Fehad Şamî: "Gefan li dezgehên ragehandinê dixwe"
Berpirsê Ragehandina Azad di Rêveberiya Xeweser de, gefan li dezgehên ragehandin û çalakvanan dixwe, yên ku bûyerên gundê Siwêdiyê belavkirîn.
K24-Vaneda Nûçeyan
Berpirsê Ragehandina Azad di Rêveberiya Xeweser de, gefan li dezgehên ragehandin û çalakvanan dixwe, yên ku bûyerên gundê Siwêdiyê belav kirine.
Berpirsê Ragehandina Azad di Rêveberiya Xweser de Ferhad Şamî, li ser malpera xwe Faecbookê, belav kirye, tê de gefan li hemû dezgeh û kesên ku bûyerên gundê Siwêdiyê bi şaştî di medyayê de belav kirine xwar.
Şamî da zanîn ku ew dê rêyên yasayî li dijî wan kesên ku bûyerên wî gundî belav kirine bistîne, herwiha wan arasteyî dadgehê bike.
Tê zanîn ku di van du rojên borî de asayîşa Dêrikê gundê Siwêdiyê dorpêç kiribû û bi dehan welatiyên wî gundî bi egera ku zarokên wî gundî bi erka xweparastinê ranabin û tevlî leşkeriya neçar nabin girtibûn.