Li Diyarbekirê rojnamevanek bi “endamtiya PKK” hat girtin

Beriya niha Denîz Babîr ligel 4 rojnamevanên din hatibû girtin, lê piştire ew her 4 rojanmevan serbest hatin berdan.

K24- Diyarbekir

Li Diyarbekirê xebatkarê rojnameya “Azadiya Welat” Denîz Babîr, bi hênceta endamiya PKK hat girtin.

Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê got ku, Denîz Babîr ligel 4 hevalên xwe hatibû giritn, lê piştire her çar rojnamevanên din serbest hatibûn berdan.

Qedexeya derketina kolanan û hatin-çûyîna ku li Sûra Navçeya Diyarbekirê di 2ê Kanûnê de hatibû ragihandin, di 10ê mehê de ji bo rojekî jî hattibû rakirin.

5 rojnamevanên ku çûbûn Sûrê hatibûn girtin û 4 ji wan serbest hatin berdan, lê Denîz Babîr bi endametiya PKKê ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin.

Bi girtina Denîz Babîr, hejmara rojnamevanên ku ji aliyê desthilatdarên Tirkiye ve hatine girtin bo 33an bilind bdibe.