Roja Alaya Kurdistanê bi coş hat pîrozkirin

Îro li hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê bi coş hat pîrozkirin.

K24 - Hewlêr

Îro li hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê bi coş hat pîrozkirin. Bîranîna roja Alaya Kurdistanê hersal 17 meha 12an tê pîroz kirin, cara yekem Alaya Kurdistanê sala 1945an li Komara Kurdistanê (Mahabad) hat bilindkirin. Di wê roja pîroz de Alaya Kurdistanê li ser hemû cihên fermî yên bajarê Mahabadê, ku paytexta Komara Kurdistanê bû hat dîtin.

Alaya Kurdistanê

Tiştê ku gelan ji hev cuda dike, welat û ax, zar û ziman û perçem û ala ye. Her miletek ax û welatekî xwe heye, zar û zimanê xwe û perçem û alayeke xwe heye.

Al, remz û sembola miletane. Her miletek alaya xwe heye. Lewra al remz û nîşana taybetmendî û cudahya miletane. Her alayek cudahiyekê tîne ziman. Reng û fîgûr û wêne û rengên alayan piranî peyameke ji beden û pêkhatina miletan.

Alaya Kurdistan, ji rengên kesk û sor û zer û spî pêk tê. Li ser van xetên rengîn bi 21 tîrêjên rojê hene. Di Alaya Kurdistanê de her rengek wateyek xwe heye. Kesk, rengê deşt û çîya û banîyên welat e, bereket xweşî ye; Sor, agirê Zerdeştê Kal u xwîna lehengên Kurd e; Zer, azadî û ronahî ye, Spî, aştî û rastevanî ye.21 tîrêjên rojê jî, sembola roja Mezopotamyayê ye, ango sembola Newrozê ye.

Ala Kurdistanê xwedî dîrokek kevin e. Ew xal û remzên di Alaya Kurdistanê de hene, di hemû serhildan û bûyerên netewî yên gelê Kurd de hatine bikaranîn. Dema ku tevgera Şêx Seîd dest pê kir û qezaya Gumgumê ( Varto) ket destê hêzên Şêx Seîd, wê demê şervanan alayek bi sê rengan li ser avahiya hikûmetê bilind kirin û ev al nîşana serkeftina Kurd hat hesibandin. Herwiha di dema Şêx Mehmud de, di dema İhsan Nurî Paşa de, ev alaya rengîn her tim hat bikaranîn. Bêguman her qonaxek li gor taybetmendiyên xwe ala xwe nexşe kiribûn. Lê wiha dabûn zanîn ku ew hersê rengên jindewar sembol û nîşana serkeftina gelê Kurd in.

Di sala 1946an de, di dema damezrandina dewleta serbixwe ya bi navê Komara Kurdistan a Mahabadê de, Serokkomar Qazî Mihemmed, Ala rengin a ku heta îro wek Alaya Kurdistanê tê qebûl kirin, cara pêşin li bircên Mahabadê hat bilinkirin û Qazî ev alaya han ji bo parastin û pejirandinê wek rûmeteke bi nirx emanetê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Leşkerî yên Kurdistanê Mela Mistefayê Berzanî kir. Ji wê rojê heta îro ev ala ji bo Kurdistaniyan wek Alaya serkeftinê hat hesibandin.

Di sala 1999an de hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 17ê meha diwazdehan, yasayek derxist û ev ala wek alaya fermî ya Herêma Kurdistanê pejirand. Sala 2009ê jî Parlamentoya Kurdistanê bi yasayekê roja 17ê meha 12an wek Roja Alaya Kurdistanê destnîşan kir. Loma her sal roja 17ê meha diwazdehan wek “Roja Alaya Kurdistan” tê pîroz kirin. Reng û sembola Alaya Kurdistanê ji sala 1946an ve hatiye pesend kirin. Herwiha ev reng û şemala Alaya Kurdistanê ji aliyê dewleta federal a Başûrê Kurdistanê ve jî, hatiye qebûl kirin.