Partiyên opozîsyonê dijî operasyonên leşkerî derketin
Cîgirê Serokê Koma her sê partiyên opozîsyonê HDP, CHP û MHPê gotin ku operasyon li dijî wan taxan tên kirin ku hendek lê nehatine kolandin.
K24 - Enqere
Operasyonên leşkerî yên li Bakurê Kurdistanê di rojeva parlamentoyê de bûn. Cîgirê Serokê Koma her sê partiyên opozîsyonê HDP, CHP û MHPê gotin ew hatine qonaxeke wiha ku vegera wê nîn e û diyar kirin ku operasyon li dijî wan taxan tên kirin ku hendek lê nehatine kolandin.
Li Sûra Diyarbekirê û Cizîr û Silopiya Şirnaxê ku ev demeke dirêje şer û pevçûnên giran lê diqewimin, doh bi 10 hezar leşkeran û bi tank û helîkopteran operasyon hate kirin. Li dijî van operasyonên berfireh ên leşkerî nerazîbûn hat nişandan.
Parlamenteran diyar kirin ku ji 7ê Hezîranê heta niha 309 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û dewlet bi wê yekê sûcdar kirin ku li dijî welatiyên xwe operasyonên tunekirinê lidar dixe û her wiha artêşa welêt jî dike şirîkê tawan.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken: “Ez bangî rayedarên Artêşê dikim. Hûn artêşa kê ne biryarê bidin. Hûn artêşa gel in, an artêşa AKPê? Eger hûn artêşa gel bin, hûn tevlî vî şerî nabin ku li dijî gel tê kirin.”
Nebûna ewlehiya can û malê welatiyan, fişara dewletê ya li ser welatiyan û binpêkirina mafên mirovan jî bû sedema nerazîbûnê û bang li dewletê hate kirin ku wekî rêxistineke tund tevnegere.
Li ser heman mijarê Cîgirê Serokê Koma CHPê Engin Altay jî wiha axifî: “Bila şaş neyê famkirin ku em bêjin bila dewlet li dijî terorê tênekoşe, lê belê gava dewlet vê yekê dike, divê gelê herêmê di navbera 2 agiran de nehêle.”
Oktay Vuralê MHPyî jî operasyonên li herêmê wekî metirsiyekê dibîne û dibêje bi wan operasyonan paqijiyeke etnîkî tê kirin û ev yek jî li gorî dilê PKKê ye: “Di têkoşîna bi terorê re divê gel jî piştgiriyê bide têkoşînê lê belê em dibînin ku gel nêzîkî PKKê hatiye kirin."
Li Enqerê rojeva siyasetê ev şer û pevçûnên li bajarên Kurdan e. Her partî li gor siyaseta xwe nêzî mijarê die. Lê belê rastiyeke din li holê ye ku tenê welatiyên sivîl bûne reben û perişan. Heta niha nêzîka 300 hezar Kurd li welatên xwe bûne penaber, li gelek navçeyan xanî û kargeh bûne kavil. Eger wiha berdewam bike Bakurê Kurdistanê wê bibe mîna Sûriyê.
