Barzanî: Divê em Alaya Kurdistanê biparêzin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Roja Alaya Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz kir û got: "Divê em Alaya Kurdistanê biparêzin."
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Roja Alaya Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz kir û got: "Divê em Alaya Kurdistanê biparêzin."
Peyama Barzanî ya bi helkefta Roja Alaya Kurdistanê wiha ye:
Di roja Alaya Kurdistanê da, hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên me yên serbilind. Di vê helkeft û boneya pîroz de pêzanînên min ji bo xweragiriya gelê Kurdistanê û cangoriya Pêşmergeyên me yên qehreman heye.
Alaya me nîşana yekdengî û yekgirtina gelê me ye û ji bo gihiştina serbilindî û rizgariya yekcarî û me hemûyan di yek sengerî de kom dike. Lewra ji bo bilind ragirtina wê alayê zarok û gedeyên me li eniyên şer canê xwe dibexşin û şehîd dibin.
Reng û hêma û sembolên Ala Kurdistanê pênaseya aştî û azadîxwazî û berxedana gelê me ye. Ev bihayên bilind serkirdeyên me yên nemir ji bo me bi cîh hiştin û erkê me ye jî biparêzîn û bidîn destên nifşên nû. Bila ala xwe biparêzîn û kar bi peyamên wê bikîn. Roja Alaya Kurdistanê li gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve pîroz be.