Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê li Hewlêrê ye
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişte Herêma Kurdistanê û biryar e ligel rayedarên Kurdistanê bicive.
K24 – Hewlêr
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişte Herêma Kurdistanê û biryar e ligel rayedarên Kurdistanê bicive.
Berî niha bi kêliyekê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter, bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e di vê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, Ashton Carter, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê bicive û rewşa dawî ya navçeyê û şerê dijî DAIŞê gotûbêj bikin.
Evna di demekê de ye 2 roj berî niha Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê serdana Behreyn û Tirkiyê kiribû û doh jî li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî civiya bû.