Amerîka çek ji hêza Sûriyeya Demokratîk re şandin
Berî niha jî Amerîkayê du barên din ên çek û teqemeniyan bi rêyên esmanî ji hêza navborî re şandibûn.
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsên Amerîkayê ragehandin ku welatê wan barekî din ê çek û teqemeniyan ji şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê re şandine, weke amadekarî û piştgiriyê bo şerê li dijî DAIŞê li bajarokê Şedadê.
Wan berpirsên Amerîkayê ku nexwestin navê xwe eşkere bikin ji Reutersê re gotin ku ew barê çekan, di van her du rojên borî de, bi rêyên bejayî û bi awayekî nehênî, ji hêza Sûriyeya Demokratîk li bakurê rojhilatê Sûriyê re hatiye şandin.
Hêza Sûriyeya Demokratîk ku ji şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyan pêk tê û xwe ji şerê dijî DAIŞê re amade dikin. Berpirsên amerîkî dibêjin bi rizgarkirina wî bajarokî ji destê DAIŞê bajarê Reqayê bi tenê dimîne ku wek navenda wê rêxistinê tê zanîn.
Berî niha jî Amerîkayê du barên din ên çek û teqemeniyan bi rêyên esmanî ji hêza navborî re şandibûn.