Barzanî û Carter şerê dijî DAIŞê gotûbêj dikin

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişte Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive.

K24 – Hewlêr

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişte Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter, berî nîvro bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ve hat pêşwazîkirin.

Di vê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, Ashton Carter, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê dicive û rewşa dawî ya navçeyê û şerê dijî DAIŞê gotûbêj bikin. Li gor zanyariyên K24, Carter ligel rawêjkar û fermandeyên leşkerî yên Herêma Kurdistanê jî dicive.

Evna di demekê de ye 2 roj berî niha Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê serdana Behreyn û Tirkiyê kiribû û doh jî li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî civiya bû.