Li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam e
Li Bakûrê Kurdistanê, li 5 navçeyan qedexeya derketina kolanan, çûn-hatinê û operasyonên hêzên dewleta Tirk berdewam in.
K24 – Diyarbekir
Li Bakûrê Kurdistanê, li 5 navçeyan qedexeya derketina kolanan, çûn-hatinê û operasyonên hêzên dewleta Tirk berdewam in. Herwiha xwepêşandanên li dijî wan qedexeyan û nerazîbûna ji rewşa nearam ya welatiyan jî bê rawestan didome.
Li Sûra Navçeya Diyarbekirê, li Kerboran û Nisêbîna navçeyên Mêrdînê û Cizîr û Silopiya Navçeyên Şirnexê operasyonên dijwar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên kirin û çûn û hatin û derketina derve hatiye qedexekirin. Elektrîk, av û rêyên pêdiviyan jî hatine qut kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan ragihandina xweseriyên demokratîk û vedana xendekan wek xwe parastin û xwe birêvebirin pênase dike û dibêje ev berxwedaneke rewa ye.
Hinek aliyên civakî û saziyên sivîl jî dibêjin daxwaza mafên Kurdan rewa ye, lê xendek siyaseteke ne rast e. Rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê Partiya Edalet û Geşepêdanê AKPê jî dibêjin heta çalakvan di nav kolanan de hebin dê operasyon bidomin.
Şeva borî jî Li Kerboranê di êrişeke ser otomobîla zirxpoşî de 3 endamên hêzên ewlehiya Tirk birîndar bûn, li Diyarbekirê jî di aloziyan de 3 kes birîndar bûn.