Li Cizîr û Silopiyê operesyoneke berferh dest pê kir

Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê ragehand di operasyonê de 8 kes hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê ragehand di operasyonê de 8 kes hatine kuştin.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê ragehand ku, operasyona Cizîr û Silopîyê bi tank û gelek alavên leşkerî û bi beşdarbûn 10 hezarar leşker û polîsan duh dest pê kir.

Serfermandariya Arteşa Tirkiyê ragehand ku, di operasyonan de 8 endamên PKKê hatine kuştin.

Li herêmê agahiyên zelal nayên girtin, lê hate ragehandin jî ku di nava kuştiyên Cizîrê de zarok jî hene.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di navenda Silopiyê de ye, li ser twîtterê belav kir ku li Silopîyê tankên Artêşa Tirk navenda bajarê topbaran dikin.