Li Kerkûkê bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li gor agahiyên dawî, di şerê îro yê navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li eniya Kerkûkê, 11 çekdarên wê grûbê hatine kuştin.

K24 – Kerkûk

Derbarê rewşa dawî de Fermandeyê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji K24ê re axifî û got: "Berê agahî gehiştin me ku çekdarên DAIŞê dixwazin nêzîkî çeperên Pêşmergeyan bibin, lê Pêşmergeyan bersiveke dijwar dan û ew êrîş vala derxistin."

Li gor zanyariyên malpera K24ê, çekdarên DAIŞê ji aliyê rojavayê Kerkûkê sînorê gundê Gera ve dest bi êrîşê kirine û piştî du saet şer û rûbirûbûna Pêşmergeyên Kurdistanê neçar mane birevin û bi dehan term jî li pey xwe bihêlin.

Kerkûkî, herwiha da zanîn ku 11 termên DAIŞê ketine destê Pêşmergeyan û bi dehan termê xwe jî bicîh hiştine. Kerkûkî diyar kirk u ji sere sibehê ve çend caran êrîşî Pêşmergeyan kirine daku termê xwe bibin lê belê Pêşmergeyan derbeyên girantir li çekdarên DAIŞê dane.