Hêzên navdewletî hewla rêkeftinekê derbarê Sûriyê de dikin

Berya civîna New Yorkê, 5 welatên endam di Encûmena Asayişa Navdewltî hewl didin li ser biryarekê derbarê bidawîanîna şer li Sûriyê birê kevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berya civîna New Yorkê, 5 welatên endam di Encûmena Asayişa Navdewltî hewl didin li ser biryarekê derbarê bidawîanîna şer li Sûriyê rê bikevin.

Nûnera Amerîkayê di Netewîn Yekbûyî(NY) de Samantha Power di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, her 5 welatên di NY yê endam, hîn li ser proseyekê rênekeftine, bo pêşkêşî civîna îro ya New Yorkê bikin.

Destpêkê, hêzên Rojavayî dixwastin ku Ençûmena Asayişê li ser nexşeyeke ji 2 salan rêbikevin, ku ji destpêka sala 2016 ve di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de dest pê bike, bo avakirina hikûmeteke veguhêz, piştre jî hilbijartên giştî li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve jî, Nûnerê Rûsyayê di NY de Vîtalî Çorkin ragehand ku, hîn di navbera her 5 welatên di NY de endam nakokiyên mezin hene.

Çorkin got jî, “Ez ne bi bawer im ku ev rêkeftin dê bi sûde be, ji ber ku hewlên bi mebest û bê mebest tên kirin, bo belgeyên Viennayê dabeş bikin, em jî vê yekê naxwazin.”

Îro li New Yorkê wezîrên 17 welatên Rojava û Rojhilata Navîn ku di nav wan de Amerîka, Rûsya, Tirkiyê, Erebistana Siudiyê û Îranê ve dicivin, bo dîtina çareseriyeke siyasî krêza Sûriyê re.

Herwiha ji dosyên ku biryar e ku îro werin gotûbêjkirin jî, dîtina mîkanîzmekê bo çavdêriya her rêkeftinekê heger bû û avakirina şandekê ji opozîsyonê bo danûstandinê ligel rêjîmê bike.