Demirtaş: Em ê li dijî operasyonan li ber xwe bidin
Derbarê qedexeya derketina derve de û rewşa aloz ya li Bakurê Kurdistanê îro Hevserokên HDP, KCD, HDK û DBPê li Diyarbekirê civiyan. Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş got; “Em ji Meclisê venakişin.” Ji hêla din ve Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ragihand ku di pevçûnên li Cizîr û Silopiyê de 62 xwepêşander hatine kuştin lê xwepêşandaran ev yek derew derxistin.
K24 - Diyarbekir
Derbarê qedexeya derketina derve de û rewşa aloz ya li Bakurê Kurdistanê îro Hevserokên HDP, KCD, HDK û DBPê li Diyarbekirê civiyan. Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş got; “Em ji Meclisê venakişin.” Ji hêla din ve Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ragihand ku di pevçûnên li Cizîr û Silopiyê de 62 xwepêşander hatine kuştin lê xwepêşandaran ev yek derew derxistin.
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selaheddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk KCDê Xetîb Dîcle û Selma Irmak, Hevserokên Kongreya Demokratîk a Gelan HDKê Ertugrul Kurkçu û Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk DBPê Kamuran Yuksek bi hev re kongreyeke çapemeniyê saz kirin.
Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş nerazîbûn nîşanî operasyonên ku bi tank û dehhezaran leşker tên da û diyar kir ku ji bo zilm rabe ew dê têkoşîna xwe bilind bikin û bila gelê wan li ber xwe bide.
Demîrtaş wiha got: “Serokkomar û Serokwezîr rojekê du rojan li dijî Putîn, Iraq û Îsraîlê derdikevin, lê dûv re gavê paş de diavêjin. Lê dema ku mesele Kurd bin weke şêra lê tên. Ma hûn li Cizîrê li dijî 20 PKK’yîyan bi 6 general, 36 Mîralay û 10 hezar leşkeran lehengiyê dikin? Bi hêzeke wiha zêde û bi bombebarankirina bajaran hûn bi ser nakevin. Îro li wan cihên ku operasyon lê têne kirin tirs nîne lê şahî heye.”
Demîrtaş wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Hûn nikarin me bi lûleya tangan bitirsînin. Belê em dizanin gelê me di vê pêvajoyê de dikeve tengasiyan. Lê sebebê van tengasiyan ev operasyon in. Ma hûn kê ji ku paqij dikin. Hûn ancax bikaribin qenalîzasyonên welat paqij bikin. Bila gelê me rabe ser piyan, yên ku nekarîn tiştekî jî bikin hema bila dua bikin.”
Hevserokê KCDê Xetîb Dîcle jî got; “Rêveberiya Xweser maf e, em li têkoşîna wê xwedî derdikevin. Em li ser pêşniyariyeke çareseriyê dixebitin. Ev çareserî Rêveberiya Xweser e. Di 26 û 27ê vê mehê de em ê li Diyarbekirê kom bibin û pêşniyariyên xwe pêşkêşî herkesî bikin. Di pêvajoya çareseriyê de 10 madeyên Lihevkirina Dolmabaxçe giha asteke fermî, ku wiha nebûya dê Ocalan gazi PKKê bikira û di Kongreya Awarte de dê xwestibuya ku dest ji çekan bê berdan.”
Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Kamuran Yuksek jî wiha axifî; “Mesele ne meseleya xendekan e. Mesele pirsa Kurd e. Kurd kengî daxwaza mafên xwe bikin tên terorîzekirin. 16 şaredarên me ji ber ku xweseriya demokratîk daxwaz kirine hatine girtin.”


