Barzanî: Canê şehîdan havênê serkeftina gelê Kurdistanê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta serkeftina Pêşmergeyên Kurdistanê peyamek pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê kir.

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta serkeftina Pêşmergeyên Kurdistanê peyamek pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serkeftina Pêşmergeyên Kurdistanê û têkbirin û pûçkirina êrîşên DAIŞê li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di peyama Barzanî de wiha tê gotin: "Ew êrîşa terorîstan wek êrîşa herî mezin tê hesab kirin û mehekê xwe jê re amade kiribûn, lê Pêşmergeyên qehreman li hemû eniyan DAIŞ têkbirin."

Barzanî wiha pesnê Pêşmergeyan dide: "Merdayetî û fedakariya wan ezîzan me hemiyan bihêztir dike ku dest ji doza rewa ya gelê xwe bernedin û îradeya gelê Kurdistanê bo rûbirûbûna dijmin û gehiştina serkeftina yekcarî qayîmtir dike."

Teksta peyama Serokê Herêma Kurdistanê li jêrê ye:

Bi nave Xwedayê Mezin û Dilovan

Welatiyên xoşewîst ên Kurdistanê

Xweragiriya gelê me û qehremaniya Pêşmergeyên me di hemû qonax û rojên dijwar de bûye sedema ku gelê Kurdistanê herdem serbilind bimîne. Piştî ku ew karesat û şerên zalimane ji aliyê terorîstên dijminê exlaq û mirovahiyê ve li ser gelê Kurdistanê hat ferzkirin Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi xwîn û canfedayiya xwe efsaneya DAIŞê têk birin û bû cihê matmayîna cîhanê. Bi saya qurbanîdana Pêşmergeyan niha hemû mirovayetî bi çavê rêz û pesindanê berê xwe dide gelê Kurdistanê.

Di çend rojên borî de Pêşmergeyan di çendîn destanên bê wêne de hewla dawî ya terorîstan ku dixwestin êrîşî axa Kurdistanê bikin têk birin û zerareke mezin gihandin dijmin. Di şerekî 24 saetî de DAIŞê hewl da bi awayekî berfireh, baştirîn hêz û çek û teqemenî û hejmareke zêde ya otomobîlên bombekirî êrîşî Pêşmergeyan bike.

Ew êrîşa terorîstan wek êrîşa herî mezin tê hesabkirin û mehek dibe xwe jê re amade kiribû, lê Pêşmergeyên qehreman li hemû eniyan DAIŞ têk birin. Ez destxweşiyê li wan dikim û berxwedan û jêhatîbûna wan cihê şanaziyê ye. Herwiha spasiya gelê xweragir ê Kurdistanê dikim ku piştîvanê Pêşmergeyan e û zaroyên wiha jêhatî û çavnetirs û niştimanperwer pêgehandine bo berevanîkirin li ax û niştiman. Spasiya piştgirî û hevkariya esmanî ya Hêzên Hevpeyman dikim ku di şer de piştîvanê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bûn.

Terorîstan xwest di Roja Alaya Kurdistanê de êrîşî Kurdistanê bikin û Alaya Kurdistanê ji ser hêlîna şêr bînin xwarê, lê xeyala dijmin û terorîstan xav e ala me bi saya Xwedayê mezin, qehremaniya Pêşmergeyan û hîmeta gelê me qet nayê xwarê û her bilind dimîne.

Ez gelekî xembar im bi wêya ku me komek Pêşmergeyên qereman ji dest dan, şehîdbûna wan xisareteke mezin bû bo me hemiyan. Her Pêşmergeyek ku giyanê xwe yê pak bexş dike û şehîd dibe birînekê dixe dilê min, lê baweriyeke min a tam heye ku xwîna pak a şehîdên me yên serbilind gelê Kurdistanê ber bi roja serkeftinê dibe, herwiha pêbendbûna me li beramber xak, niştiman û paşeroja gelî Kurdistanê zêdetir dike.

Canê şehîdên me havênê serbilindî û serkeftina gelê Kurdistanê ye. Merdayetî û fedakariya wan ezîzan me hemiyan bihêztir dike ku dest ji doza rewa ya gelê xwe bernedin û îradeya gelê Kurdistanê bo rûbirûbûna dijmin û gehiştina serkeftina yekcarî qayîmtir dike."

Slav li cane pak ê şehîdan û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

19.12.2015