Şerê li Bakurê Kurdistanê dijwar dibe
Serokerkaniya Tirkiyeyê îdîa dike ku di operasyonên li Bakurê Kurdistanê de102 endamên PKKê hatine kuştin. HDP jî radighîne ku kesên tên kuştin zarok û sivîl in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokerkaniya Tirkiyeyê îdîa dike ku di operasyonên li Bakurê Kurdistanê de102 endamên PKKê hatine kuştin. HDP jî radighîne ku kesên tên kuştin zarok û sivîl in.
Operasyona li bajarê Şirnexê navçeya Cizîr û Silopiyê digel qedexeya derketina derva 4 roj in didome û şer û pevçûnên dijwar çêdibin. Li gor ragihandina Serokerkaniya Tirkiyeyê di operasyona li navçeyên Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Kerboran û Surê de heta niha 102 gerilayên PKKê cane xwe ji dest dane.
Lê ev hejmar heta niha ji aliyê PKKê ve nehatiye piştrast kirin. Parlamenterê Şirnexê Ferhat Encû ji Kurdistan24ê re ragihand ku di operasyonan de yên tên kuştin zarok û kesên sivîl in.
Herwiha li navçeya Kerboran û Cizîrê 2 zarokên 15 salî hatin kuştin. Li navçeya Surê 4 leşker û 2 polîs, Nisêbînê jî 3 polîs birîndar bûn.