Hizbullah: Îsraîlê serkirdeyekî me li Sûriyê kuşt
Semîr Qintar 30 sal di girtîgehên Îsraîlê de derbas kiribû.
K24- Navenda Nûçeyan
Hizbullah a Libnanê ragihand ku, di êrîşeke ji aliyê Îsraîlê ve, Semîr Qintar li Sûriyê hat kuştin.
Di daxuyaniya Hizbullah de hatiye ku, êrîş duh danê êvarî li taxa Ceremana ya Şamê pêk hatiye. Semîr Qintar jî di yek ji xaniyên wê avahiyê de bû.
Hizbullah diyar dike jî ku, Îsraîl li pey kuştina Qintar e, lê welatê navborî ti daxuyanî di vê derbarê de nedaye.
Semîr Qintar dema 16 salî bû ji aliyê Îrasîlê ve bi tohmeta kuştina 4 welatiyên îsraîlî hatibû girtin.
Piştî 30 salî jî, di sala 2008an de serbest hat berdan û tevlî Hizbullah a Libnanê bû.