Li Diyarbakirê 2 endamên ewlehiyê birîndar bûn

Li Silopiyê jî zarokekî 11 salî canê xwe jidest da.

K24- Diyarbekir

Li Sûra Navçeya Diyarbekirê ku ev 20 roj e qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin, di pevçûnekê de 2 endamên hêzên ewlehiya dewleta Tirk birîndar bûn. 

Li Farqîna navçeya Diyarbekirê jî bombeyeka ku bi destan hatiye çêkirin hatibû vedan lê bi awayekî ewle ew bombe hat pûçkirin.

Ji aliyê din ve li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê û Niseybîn û Kerborana navçeyên Mêrdînê jî qedexeya derketina derve û hatin çûyînê berdewam dike.  

Li Silopiyê zarokekî 11 salî jî canê xwe jidest da û bi vî awayî di serdema qedexeyan de hêjmara cangoriyên sivîl li Silopiyê gihişt 10-an. Li navçeyên din jî alozî û pevçûn didomin. 

Dîsa ji ber ku Rêya Hevrişim ku di ser wan navçeyên qedexe hatiye ragihandin de derbas dibe, bargirên ku barên bazirganiya navbera Tirkiyeyê û Herema Federal a Kurdistan dibin jî li ser wan rêyan naçar man e.