Rewşa dawî li Bakurê Kurdistanê

Kuştin, alozî, qedexe, şer û pevçûn berdewam in.

K24- Bakurê Kurdistanê

Li bajar û navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn berdewam in, roj bi roj qurbanî zêde dibin. Tevgera welatiyan jî her diçe sîrdartir dibe, ji ber ku rûbera qedexeyê berferehtir dibe.

Peyamnêrên K24 li Bakurê Kurdistanê gav bi gav rewşê dişopînin û agahiyan digehînin, li gor zanyariyên hatine berhevkirin, rewşa îro bi vî awayî ye:

Bedlîs

Hat ragihandin ku li Bedlîsê li dijî wesayîta leşkerî êrişeke bombeyî pêk hat û di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.

Diyarbekir

Li Sûra Navçeya Diyarbekirê ku ev 20 roj e qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin, di pevçûnekê de 2 endamên hêzên ewlehiya dewleta Tirk birîndar bûn. 

Li Farqîna navçeya Diyarbekirê jî bombeyeka ku bi destan hatiye çêkirin hatibû vedan lê bi awayekî ewle ew bombe hat pûçkirin.

Şirnex

Li navçeya Cizîra Şirnexê zarokên bi navên Mevlît Şîmşek (11) û Yakup Yildirim (17) ên ji aliyê leşker û polîsan hatin birîndarkirin rakirin Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê.

Li Silopiyê jî zarokekî 11 salî jî canê xwe jidest da û bi vî awayî di serdema qedexeyan de hêjmara cangoriyên sivîl li Silopiyê gihişt 10-an. 

Ji aliyek din ve, li dijî dorpêç û kuştinên li Cizîr û Silopiyê ji gelek gund, bajarok û navçeyên Şirnexê welatiyan ber bi Cizîr û Silopiyê ve dest bi meşê kirin û ligel hemû astengiyan jî meş berdewam dike.

Li taxa Karşiyaka ya Sîlopiyê ya Şirnexê êrişên di roja 8emîn de ye û tîmên taybet, leşker û polêsan êrişî malekî kirin û di encama êrîşê de zarokê bi navê Mehmet Mete kuştin.

Hat ragihandin ku girseya ku parlementerên HDPê jî têde ne ji çar aliyan ber bi Sîlopî û Cizîrê ve dimeşin.

Hevserokê DBPê hat binçavkirin

Qedexeya li Kerboranê di roja 11. de berdewam dike.

Hat ragihandin ku li taxa Safayê ya Kerboranê bi pêşengiya DBP û HDPê de melek hatiye lidarxistin û dema meş berdewam dikir polîsan Hevserokê DBPê yê navçeya Kerboranê Abdurrahman Aslan hat binçavkirin û birin Rêveberiya Ewlehiya Navçeyê.

Li Nisêbînê carek din qedexe hat ragihandin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li 11 taxên din jî derketina ji malan hat qedexekirin.

Ev çend roj in li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, derketina derve li 4 taxên bajêr qedexe ye û şer û pevçûn jî didomin. Qaymeqamtiya Nisêbînê ragihand, îro ji demijêmr ji 10:00 pê ve, dê li 11 taxên din jî derketina ji malan qedexe bibe.

Di daxuyaniya qaymeqamtiyê de navê wan taxan hatiye ragihandin û ji welatiyan hatiye xwestin ‘ji bo ku sivîl zirarên nebînin nabe tu kes derkeve derve'.

Herwiha taxên ku ji aliye qeymeqamtiyê ve hatine qedexekirin ev in; Yeni Turan, Yeşilkent, Mor Yakup, Zeynelabidîn, Kişla, 8 Mart, Girnavas, Devrim, Selahaddin, İpekyolu û taxa Bariş e.

Beriya niha tenê li taxên Ebdulqadir Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê qedexe hebû.