Bi hevkariya zanîngehên Dîcle û Bîelefeldê sempozyumek hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekir di sempozyumek derbarê pêşketina teknolojiyê û aboriyê de rewşa aboriyê ya bajarên Bakurê Kurdistanê jî hat nirxandin. Akademîsyen û nunerên saziyên sivîl bal kêşandin ku di asta navneteweyî de guherînên girîng di qada teknolojî û aboriyê de ru didin ku divê hember vê rewşê samanên siruştî bi awayeke bibandor baş werin bikaranîn lê polîtîkayên ewlekariyê bo pêşketinê asteng in.

Bi hevkariya Zanîngeha Bîlefeld a Elmanya û Zanîngeha Dîcleyê Sempozyuma Rêveberî, Siyaset û Aboriyê ya Navneteweyî ya 9. hat li darxistin. Beşek civînên sempozyumê bi beşdariya nunerên saziyên sivîl li Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir birêveçu ku di semzpoyumê de bal hate kêşan hem di teknolojiyê de pêşketinên girîng hene hem jî li rojhilatanavîn şer û aloziyên ku bandora xwe li hemu cîhanê dikin ru didin û di vê rewşê de sudwergirtina ji hêza mirovî û samanên siruştî girîng in û li Tirkiye bo sudwergirtinê derfetên baş hene û divê civaka kurd jî li gorî van pêşhatan pêşeroja xwe saz bike.

Akademîsyenê Zanîngeha Bîelefeldê Abdulmuttalîp Erduran di vî warî de ragihand: “Dema me dema teknolojiye ye, dema sileh êdî zanîn e, dema tifeng derbaz bû, avantajek me ya civaka kurd jî heye ku xortên me zêde ne, divê em sudê ji vê hêzê werbigrin.” 

Amadekarên Sempozyumê derbarê veguherîna dîjîtal û veguherîna xwezayê de bal kêşandin ku 2 qadên girîng ên hev ve girêdayînê û saziyên sivîl, saziyên fermî û kompanîyên herêmê bi hevkariyeke bibandor dikarin bo pêşxistin û geşepêdana aboriyê kar bikin.

Seroka Fakulteya Aaborî û Rêveberiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Profesor Pelîn Karatay Gogul jî ragihand: “5 Sal in Neteweyên yekgirtî û Rêxistina Bazirganiya Cîhanê veguherîna dîjîtal û veguherîna xwezayên wek heman mijar dinirxîne û li ser vê yekê polîtîka û pêşniyarên aboriyê dirust dike. Em jî dixwazin bi saziyên me yên herêmê re û kompaniyên herêmê re xebat û projeyên hevbeş derbixin holê.”

Li gorî nunerên saziyên sivîl pişka bajarên Bakurê Kurdistanê di aboriya Tirkiye de %10 e lê %50yê dahata Tirkiye ya ji bacê û piştgiriya darayî tê ji bajarên Bakurê Kurdistanê diçe, sedema vê newekheviyê jî bi polîtîkayên ewlekariyê ve girêdayî çaresernebûna pirsa kurd e.