Sezen Aksu: Rojhilatê welêt dişewite, mirov dimirin
Sezen Aksu derbarê ser şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê de dipirse; Polîs û leşker bo herêmê tên şandin, mamoste tên dûrxistin, çima? Çi dibe? Wê çi bibe û divê em xwe ji bo çi amade bikin?
K24 – Stenbol
Hunermenda navdar Sezen Aksu derbarê ser şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê de dipirse; Polîs û leşker bo herêmê tên şandin, mamoste tên dûrxistin, çima? Çi dibe? Wê çi bibe û divê em xwe ji bo çi amade bikin?
Sezen Aksu ji ber dawxaza hevpeyvînê ya rojnameya Cumhuriyetê nivîsek nivîsand. Aksu di nivîsa xwe de rojeva Tirkiyê nirxand. Nivîsa Sezen Aksu bi kurtî wiha ye:
“Rojhilatê welêt dişewite. İnsan dimirin. Bajar, gund, sikak, dibistan, nexweşxane û mal bi erdê re bûne yek. Li wan deran tiştên pir ecêp diqewimin. Gelo em rastiyên li herêmê çiqas dizanin?
Li Sûr, Kerboran, Nisêbîn, Sîlopî û Cizîrê destûrên doktoran hatine betalkirin. Tê gotin ku li nexweşxaneyan tedbîrên taybet tên wergirtin. Polîs û leşker bo herêmê tên şandin. Mamoste ji herêmê tên dûrxistin. Çima? Çi dibe? Wê çi bibe? Divê em xwe ji bo çi amade bikin?
Sepandinên li welatan divê rûmet û wijdana mirovan û neviyên wan mirovan neperçiqînin. Ev qadên bi qîmet divê paqij bimînin. Biryarder û cîbicîkar divê bizanibin ku welatê me yê her kesî ye. Rewatiya rêvebiran girêdayî vêna ye.
Li hember maf û azadiyên mirovahiyê fermanên “kuştinê” darbeyeke mezin e li ser yekîtî û biratiyê, çandina tovên kîn û nefretê ye. Rêya çareseriyê, bi dîyalogê mimkun e. Lê di vê diyalogê de divê her kes hesasiyetên hevdû li ber çav bigirin.
Di rêvebirina dewletê de cihê hestên şexsî nîne. Demokrasî ji bo xizmeta her kesî ye. Sîstemên demokratîk mirovan birêve dibin ji bo aramiya wan. Loma forsa sîsteman divê nebe. Ji bo ku her kesî hembêz bikin tên damezrandin.
Vê rewşa pevçûnan di nav herdu aliyan de birînên kûr vekirin. Tenê ne ji bo zemanê me. Êşeke genetîk ku wê bi salan berdewam bike li pey xwe hişt. Sîstem divê bifikire gelo ruhên ku mîrasa tolhildanê hildigrin wê çawa werin rehabîlîtekirin.
Niha li Tirkiyê gelek rojnamevan di girtîgehê de ne. Di nav wan de hevalê min Can Dundar jî he ye. Sînorên kar û berpirsiyariya gerdûnî ya rojnamevaniyê, divê huqûqa gerdûnî diyar bike. Dadwerî ji bo kesayetan nayê çêkirin. Niha ne pêwist ku, sînorên azadiyê ji nû ve bên xêzkirin.
Kesên berpirsiyar yên di qkadroyên dewletê de divê hiqûqa bê alî bisepînin da ku ji bo wijdana raya giştî ji nû ve baweriyek çêbibe.
Ya rast ev dînîtiyek e. Aliyekî welêt di nava êş û eleman de ye aliyê din di nav jiyanên cuda de ye. Bêguman em di dilê xwe de janekê hildigrin lê bi hinceta ku tiştek ji destê me nayê em xwe ji meseleyan dûr digrin. Yanî welatên ku insaniyeta rasteqîn lê he ye, kes guhê xwe ji kuştinên sivîl re nagire. Bicihkirina prensîbên heq û hiqûqên gerdûnî yên insanî ne tenê berpirsiyariya rêvebiran e. Berpirsiyariya her kesî ye.
Piştî kuştina Hrant Dînk li hember serbilindiya jin û zarokên wî min gelekî fedî kiribû. Heman rewş di kuştina Tahir Elçi de jî hat serê min. Em her tim heman hevokan dibihîzin. “Meraq nekin. Kujerên vê êrîşa kirêt dê werin dîtin. Em ê wan derxin pêşberê dadweriyê.” Ez rica dikim. Ji kerema xwe van kujeran bibînin êdî.
Ji bo çareserî û demokrasiyê divê em bi aqil û wijdan devbigerin. Ji vê pê ve çareya me nîne. Heta niha hê ji vê baştir çareyek nehatiye dîtin. Gava mirov dest ji kuştina ji bo nasnameyê berda, şermezariya me dê hinekî kêm bibe. Ji bo mirovahiyê divê em li şûna tundûtûjiyê diyalogê bikar bînin. Divê em dest ji raman û baweriyên şexsî berdin û ji bo xêra her kesî bi hev re devbigerin. Rêyek he ye: Bijî û bide jiyandin (Jêder: Zamankurdî)