Li Bedlîsê şer: 2 leşker mirin 6 jî birîndar bûn
Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê di operasyonê de şer derket 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşker jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê di operasyonê de şer derket 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşker jî birîndar bûn.
Hêzên Artêşa Tirk li bejahiya gundê Olekê ser bi bajarê Bedlîsê li hemberî PKK'îyan operasyon dan destpêkirin. Di operasyonê doh êvarê de bombeyên ku berê li daristanên Sexî hatibûn vedan di dema derbasbûna leşkeran de hatin teqandin. Di encam de 2 leşkeran canê xwe ji dest da û 6 leşker jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li herêmê operasyon berdewam in. Çend mehek dibe li bajar û gund û çiyayên bajarên Bakurê Kurdistanê operasyon tên kirin û heta niha ji herdu aliyan bi dehan kesan cane xwe ji dest dane.