Li Silopiyê cenaze li erdê mane, li Diyarbekirê dikan girtî ne
Ji ber ku pevçûnên li Sûr û 4 navçeyên Bakurê Kurdistanê bêne protestokirin li Diyarbekirê deriyên dikanan girtî ne. Li Silopiyê jî bi rojan e ku cenazeyên hinek kesên sivîl li erdê mane.
K24 – Diyarbekir
Ji ber ku pevçûnên li Sûr û 4 navçeyên Bakurê Kurdistanê bêne protestokirin li Diyarbekirê deriyên dikanan girtî ne. Li gorî dema Diyarbekirê saet li 12.00ê dê ji aliyê xelkê bajêr ve ber bi Sûrê meşek bê kirin.
Ev 19 roj in ku li navçeya Sûrê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Di navbera hêzên ewlehiya dewletê û xwepêşandarên ku nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ne de pevçûn didomin. Duh jî di teqînekê de çawîşekî pispor canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Ji hêla din ve li temamê navçeya Nisêbînê jî qedexeya derve hatiye ragihandin. 12 roj in ku li navçeya Kerborana Mêrdînê jî qedexe heye, pevçûn didomin.
Li navçeyên Cizîr û Silopiya Şernexê îro 9 roj in ku qedexeya derketina derve û pevçûn didomin. Heta niha Yusuf Aybî yê 80 salî û Mehmet Mete yê 11 salî jî di nav de 13 kesên sivîl li Silopiyê bi guleyan canê xwe ji dest dane. Li gorî ragihandina çavkaniyên sivîl di kolanên Silopiyayê de bi rojan e ku cenazeyên hinek kesên sivîl li erdê mane û ji tirsa gulereşandinê ti kes nikare wan ji kolanan rakin. Rewşa aloz li 5 navçeyên Bakur didome.