Ensarîoglu: Em dikarin xweseriyê gotûbêj bikin

Parlementerê AK-Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu dibêje ew dikarin mijara xweseriyê gotûbêj bikin lê rêya vê daxwazê ne kolandina xendekan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê AK-Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu dibêje ew dikarin mijara xweseriyê gotûbêj bikin lê rêya vê daxwazê ne kolandina xendekan e.

Galîp Ensarîoglu şevê din di tilevîzyona Haberturkê de ragihand ku ew amade ne xwestekên HDPê yên wek xwebirêvebirin û xweseriyê di bin sîwana parlamentoyê de nîqaş bikin û got: "Ji bo vê yekê divê rêbazên demokratîk bên bikaranîn. Kolandina xendekan ne çareserî ye."

Herçiqas Ensarîoglu wiha bibêje jî Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dabû zanîn ku ew daxwazên wek xwerêvebirinê nas nakin. Ew li gor encamên hilbijartinên 1ê Çiriya Paşîn rêveberiya viyana netewî nas dikin.