Serokê Encûmena Pîran a Îtlayayê serdana Kurdistanê dike
Dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê bicive.
K24- Hewlêr
Biryar e Serokê Encûmena Pîran a Îtlayayê îşev bigihe Herêma Kurdistanê.
Peyamnêrê K24 li Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî got ku, ew çaverêyî gehiştina Serokê Encûmena Pîran a Îtlayayê, Pietro Grasso ne.
Biryar e di vê serdanê de Pietro Grasso lige Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî berpirsên payebilind jî bicive.
Navborî îro gehiştibû Bexdayê û ligel raydarên Iraqê behsa pêşhatên dawî yên rewşa siyasî, ewlekarî û mirovî kiribû.
Destpêka vê mehê jî şandeyeke Wezareta Pêşmerge serdana Romayê kiribû û ligel berpirsên payebilin ên Îtlayayê civiya bû.