Li Holê mayîn teqiya: 8 kes bûn qurbanî

Hemû qurbanî endamên yek malbatê ne.

K24- Hesekê

Li başûrê navçeya Holê ya Rojavayê Kurdistanê mayînek ku DAIŞê bicih hiştibû bi malbatekê de teqiya, endamekî malbatê canê xwe ji dest da û 8ên din birîndar bûn.

Çalakvanê ji bajarê Hesekê, Fewaz Hac Mamo BasNewsê re ragihand ku, mayînek ku çekdarên DAIŞê li pey xwe hiştibûn doh li gundê Elbosa yê başûrê bajarokê Holê bi hin gundiyan ve teqiya, ku mijûlî çandiniyê bûn.

Hac Maomo got jî ku: “Yasir Elî yê temen 16 salî bi sedema teqîna wê mayînê canê xwe ji dest da, herwiha 8 endamên malbata wî jî birîndarbûn, 3 ji wan jinin û 2 zarok in.”

Yekîneyên Endizyariya Leşkerî yên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve, bi dehan mayîn ji derdora Hesekê rakiribûn, lêbelê hîna jî welatî dibin qurbaniya mayînên ku çekdarên DAIŞê li pey xwe hiştin e.