Diyarbekir: Lêpirsîn derheqê Demîrtaş de hat vekirin

Serdozgeriya Diyarbekirê diyar dike ku, Demîrtaş gel bo serhildanê tûj dike.

K24- Diyarbekir

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê Hevserokê HDP, Selahedîn Demîrtaş de lêpirsîn vekir.

Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê got ku, lêpirsîn derbarê axeftina Demîrtaş ya roja Îna borî de ye.

Serdozgeriya Diyarbekirê lêpirsîn bi hênceta ku Demîrtaş “gel bo serhildanê tûj dike” vekiriye.