Îtalya: Barzanî xizmeta mirovatiyê dike
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Encûmena Pîran a Îtalyayê kir.
K24- Hewlêr
Serokê Encûmena Pîran a Îtalyayê diyar dike ku, pêgeheke taybet û girîng a Barzanî li cem wan heye û got jî: “Barzanî xizmeta mirovatiyê dike.”
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Encûmena Pîran a Îtalyayê, Pietro Grasso û şandeya ligel kir.
Di hevdîtinê de, Pietro Grasso pîrozbahiya serkeftinên Pêşmergeyan kir û sersaxî ji Barzanî û melbatên hemû şehîdan xwest.
Grasso amaje bi rola Barzanî di derkirdayetîkirina rewşa ku heyî û şerê li dijî DAIŞê kir û got: “Gel û hikûmeta Îtalyayê kêfxweşin ku ligel Barzanî hevsenger û hevkar in di şerê li dijî terorîstan de.”
Navborî amaje bi wê yekê kir ku, pêgeheke taybet û girîng a Barzanî li cem Îtalyayê heye.
Pietro Grasso duh gehiştibû Herêma Kurdistanê û konsulxaneya giştî ya Îtalyayê li Hewlêrê vekiribû.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî kêfxweşiya xwe bi vekirina konsulxaneya Îtalya li Hewlêrê, anî ziman.
Barzanî tekez kir jî ku, tevî barê herî giran ê şerê li dijî terorê ketiya ser milê gelê Kurdistanê de, lê gelê Kurdistanê xweragir bû û Pêşmergeyan efsaneya DAIŞê têkşikandin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir jî ku, di hevdemî şerê çekdarî, ji aliyê hizrî ve jî şerê terorê bê kirin.
Barzanî û Pietro Grasso behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Romayê de kirin, li ser çawaniya berferehtirkirina wan pêwendiyan jî rawestiyan.