Li Nisêbînê qedexeya derketina ji derve rabû
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî 10 rojan qedexeya derketina derve ji saet 10.00an û pê de rabû. Li navçeya Kerboranê jî di encama gulebarandina malekê de 2 kesên sivîl canê xwe ji dest dan.
K24 – Mêrdîn
Li tevahiya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî 10 rojan qedexeya derketina kuçe û kolanan ji saet 10.00an û pê de radibe/rabû. Li navçeya Kerboranê jî di encama gulebarandina malekê de 2 kesên sivîl canê xwe ji dest dan.
Qeymeqamiya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ragihand ku, ji ber xelkê navçeyê ji bûyeran bên parastin û aramî û ewlehiya bajêr dîsa bê kontrolkirin operasyonên ku dane destpêkirin ji 24.12.2015 saet 10.00an û pê de hatine rakirin.
Ji hêla din ve li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, navçeya Sûra Diyarbekirê û li navçeyên Cizîr û Şernexê qedexe berdewam e. Li Kerboranê şevê din saet 22.00ê xaniyek hat gulebarankirin û di encam de ji malbatekê 2 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên dewletê dibêjên xwepêşandaran mal gulebaran kirine lê çavkaniyên nêzîkî xwepêşandaran jî dibêjin polîsan mal gulebaran kirine.