"Tohmetên Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ne rast in"
Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê ragihand ku beyannameya Komîsyona Bilind a NYê ji hûrgûliyan bê par e û tohmetên li ser hêzên ewlekariya Kurdistanê jî ne rast in.
K24 – Hewlêr
Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand ku beyanameya Komîsyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji hûrgûliyan bê par e û tohmetên li ser hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê jî ne rast in.
Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî li Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê beyannameya Komîsyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) nirxand. Zêbarî got ku Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Kurdistanê bi ti awayî rê li Erebên Sûne negirtine da ku vegerin ser mal û milkên xwe.
Zêbarî da zanîn ku agahiyên di beyanameyê de pişta xwe naspêrin agahiyên rast, wek buyer behsa mijaran tê kirin û ji hûrgûliyan jî bê par in. Dîndar Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê ji destpêka şer heta niha pêşwaziya nêzîkê 2 milyon koçberan kiriye, ligel krîza darayî û aborî jî, bêyî cûdahiya etnîkî û mezhebî xwedî li koçberan derketiye.
Zêbarî da zanîn ku li herêmên nû hatine rizgarkirin gelek mal û avahî ji ber vedana bombeyên DAIŞê hatine xirakirin û ew kesên ku zerar dîtine ne tenê Ereb in, xelkên din û zêdetir jî Kurdan di van şeran de zerar dîtine. Zêbarî tekez kir ku kesên di şer de hatine girtin jî çekdarên DAIŞê ne û li gor yasayên navdewletî, wek dîlên şer ligel wan danûstandin tê kirin. Zêbarî diyar kir ku divê Komîsyona Bilind a NYê Herêma Kurdistanê û Iraqê ji hev cûda binirxîne.
Komîsyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî di beyanameya xwe ya 4ê Kanûnê 2015ê de diyar kiribû ku Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li hember Erebên Sûne tawanên şer dikin, xelkê bi zorê ji malên wan derdixin û nahêlin xelk vegerin ser mal û milkên xwe.