Kurdek dibe şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyê

Davutoglû hefteya borî, ligel Serokê Mazlûm-Derê yê berê Yilmaz Ensaroglû hevdîtinek kir û di hevdîtinê de ji Ensaroglû xwest ku bibe şêvirmendê wî yê serekî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokvezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, ji Serokê Mazlûm-Derê yê berê Yilmaz Ensaroglu xwest ku bibe şêvirmendê wî.

Li gor medya Tirkiyê, Yilmaz Ensaroglû dê ji pêvajoya çareseriyê berpirsyar be  û wî bixwe jî bi germî pêşwaziya vê pêşniyarê kiriye.

Ahmet Davutoglû hefteya borî, ligel Serokê Mazlûm-Derê yê berê Yilmaz Ensaroglû hevdîtinek kir û di hevdîtinê de ji Ensaroglû xwest ku bibe şêvirmendê wî yê serekî.

Ensaroglû di  hilbijartinên 7ê Hêzîranê de wek berbijarê AKPê yê Agirî hatibû destnîşan kirin, di hilbijartinên 1ê Mijdarê de nebûbû berbijar. Heta niha her çend li ser mijarê daxuyaniyekî fermî nebe ji tê gotin ku Ensaroglû bi germî nêzîkî pêşniyara Davutoglû bûye û qebûl kiriye.

Di 3ê Nîsana 2013an de ji aliyê hikûmeta AKPê ve, ji bo ku pêvajoya aştiyê birêvê bibin 63 kesên aqilmend hatibûn destnîşan kirin û yêk ji van jî Yilmaz Ensaroglû bû. Tê pêşbînîkirin, Ensaroglû bibe berpirsê pêvajoya çareseriyê.

Fly Erbil Advertisment