Êrîşên li ser Efrînê berdewam in
Jiyana xelkê ji ber dorpêçê gelek dijwar bûye.
K24- Efrîn
Grûpên Îslamî yên radîkal 5 gundên Efrînê didin ber topan, her ku diçe jî jiyana xelkê dijwartir dibe.
Ev bû 27 roj ku Eniya el-Nusrayê, Ehrar El-Şam, Ehrar Sûriya û hin komên xwînrijên di bin sîwaneya Odeya Fetih Heleb de ne, herêma Efrînê dorpêç kirine û êrîşî gundên wê dikin.
Peyamnêrê K24 diyar kir ku, wan grûpên Îslamî yên radîkal gundên Basûfan, Cilbirê û Başemrê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi çekên giran û gundê Bênê bi topên hawanê topbaran kirin.
Ji ber dorpêça li ser Efrînê, jiyana xelkê gelek dijwar bûye û welatiyên herêmê berdewam banga alîkariyê ji rêxistinên xêrxwazî yên herêmî û navdewletî dikin.
Li aliyê din jî çeteyan bi çekên giran û sivik êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.