Termê 15 penaberên Êzdî gehiştin Kurdistanê

Li ser rêya Ewropayê di Deryaya Ege de xeniqî bûn.

K24- Navenda Nûçeyan

Cenazeyên 15 Kurdên Êzdî yên di nav Deryaya Ege ya Tirkiyê de xeniqîbûn, derbasî Herêma Kurdistanê kirin.

Berpirsê Karûbarên Kurdên Êzdî di Wezareta Ewqaf ya Herêma Kurdistanê de, Xeyrî Bozanî ragihand ku îro termên 15 koçberên êzîdî yên li ser rêya Ewropayê di Deryaya Ege de xeniqîbûn, bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê ya Navdewletî wê bigihin Kurdistanê.

Bozanî da zanîn ku cenazeyên wan êzîdiyan bi alîkariya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Kurdistanê tên veguhestin.

Navborî got jî ku, termên 2 êzdiyên din jî hene lê hîn amadekariya veguhestina wan bo Kurdistanê xilas nebûye.

Li gorî agahiyên Bozanî, di nav wan miriyan de jin û zarok jî hene lê piraniya wan zilam in.