Li Mêrdînê 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li Kerborana Mêrdînê êrîş li malbetek hate kirin, 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li Kerborana Mêrdînê êrîş li malbetek hate kirin, 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Kerboranê, duh êvarê, xaniyê Necîm Kiliçê 67 salî ji hêla kesên nediyar  ve bi çekên otomatîk hat gulebarankirin. Di encamê de Necîm Kiliç û keça wî Sabahat Kiliçê cane xwe ji dest dan. Ji heman malbatê 3 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Mîdyadê.

Çapemeniya Tirkiyeyê ragehand ku êrîş ji hêla PKK'iyan ve hatiye kirin, ji ber ku Necîm Kiliç kurmamê nûnerê AK Partî yê ye. Lê medyaya nêzîkî PKK'ê ev tişt red kir û ragehand ku, êrîş ji hêla tîmên taybet ên polîsan hatiye kirin. 

Ev 13 roj in li Kerboranê qedexeya derketina kolanê hatiye ragehandin û hêjî berdewam dike.