Rûmadî: Firokeyên şer DAIŞê bombebaran dikin
Proseya rizgarkirina bajarê Rumadî ku dikeve rojavayê Iraqê bi piştevaniya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê berdewam e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Proseya rizgarkirina bajarê Rumadî ku dikeve rojavayê Iraqê bi piştevaniya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê berdewam e.
Hevpeymaniya Navdewletî bi daxuyaniyekê ragehand ku, fiokeyên şer ên Amerîkayê li Rumadî piştevaniya Artêşa Iraqê dikin û pêgehên DAIŞê bombebaran kirine.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê jî eşkere kir ku, firokeyan wan 27 caran navendên DAIŞê yên li Rumadî bombebaran kirine. Roja 22ê vê mehê, Artêşa Iraqê dest bi operesyona rizgarkirina bajarê Rûmadî kir. Rumadî di meha Gulana borî ji aliyê çekdarên DAIŞê hatibû kontrolkirin.
Berpirsên leşkerî yên Iraqê dibêjin ku ji bo şerê rizgarkirina Rumadî çend rojên din pêwîst in. Eger bajarê Rumadî were rizgarkirin, tê çaverêkirin artêşa Iraqê piştre bajarê Tikrît ji destê DAIŞê rizgar bike.