DAIŞê 25 dîl serbest berdan
Beriya niha çekdarên DAIŞê êrîşî Til Temirê kiribû û 250 welatiyên ji pêkhateya Aşûrî revandibû.
K24- Til Temir
Rêxistina DAIŞê 25 dîl ji pêkhateya Aşûrî li Rojavayê Kurdistanê serbest berdan.
Peyamnêrê K24 li Til Temirê diyar kir ku , piştî ku kenîseyê qasek pere radestî DAIŞê kirin, çekdarên wê rêxistinê 25 kesên Aşûrî, ku beriya niha dîlkiribûn, serbest berdan.
Çekdaran li gundekî ku 20 kîlo meritan ji parêzgeha Reqayê (binkeya DAIŞê li Sûriyê) dûr bû, ew 25 dîl serbest berdabûn, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ew gihandibûn Til Temirê.
Peyamnêrê k24 got jî ku, proseya azad kirina kêsên dîl hat piştî ku kenîseyê qasek pere dabû rêxistina DAIŞê.
Li gor agahiyên peyamnêrê me jî, ew 25 kesên hatine berdan 15 zarok, 5 jin û 5 zilam in, hemû jî akinciyên gundê Til Şamîran in.
Di Adara îsal de çekdarên DAIŞê nêzîkî 250 kesî ji gundên Til Cezîrê, Til Şamîran û Til Nesrî yên grêdayî bajarê Til Temirê dîl girtibûn.
Beriya niha jî rêxstina radîkal 120 kes serbest berdabûn.