Keça Kurd a Êzdî banga xwepêşandanê li xwendevanên Misrê dike
Duh ligel Serokomarê Misrê, Ebdulfetah Sîsî civiya bû.

K24- Navenda Nûçeyan
Keça Kurd a Êzdî, Nadiya Murad bang li xwendevanên zanîngeha Qahîrê kir ku, li dijî tawanên DAIŞê xwepêşandanek milyon kesî lidar bixin.
Nadiya yek ji keçên Kurdên Êzdî ye ku kariye ligel gelek malbatan ji dest çekdarên DAIŞê xwe rizgar bikin.
Navboriyê beriya heftiyekê, di civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî de beha tawanên ku DAIŞê derheqê Kurdên Êzdî de kiriye, kir. Duh jî li li Qahîrê ligel Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî civiya.
Nadiya Murad di konferansekî rojamevanî de li Zanîngeha Qahîrê, daxwax ji xwendevana kir ku li dijî tawanên DAIŞê xwepêşandanên milon kesî lidar bixin.
Nadiya dixaze jî li gel zanayên ola Îslamê li Zanîngeha Ezherê jî bicive.