Li Diyarbekirê xwepêşandan bi gaza rondkrêj hat qedexekirin
Li Sûrê 35 roj in û li Silopî û Cizîrê jî 26 roj in ku qedexeya derketina derve û çûyîn hatinê berdewam dike.
K24 – Diyarbekir
Li Sûrê 35 roj in û li Silopî û Cizîrê jî 26 roj in ku qedexeya derketina derve û çûyîn hatinê berdewam dike.
Li navçeyên Sûrê ya Diyarbekirê, Silopî û Cizîrê ya Şirnexê, qedexeyên derketina derve û şer û pevçûn didomin. Ji aliyê din ve jî li dijî operasyonan xwepêşandan û çalakiyên sivîlan jî berdewam dikin.
Îro jî xelkê Diyarbekirê li qada Batikentê civiyan û xwestin bi meşekî qedexeyan û operasyonan şermezar bikin. Lê polîsan destûr nedan û bi destêwerdaneke tund girse belav kirin.
Hevserokên bajêr yên Partiya Heremên Demokratîk DBP û Partiya Demoratîk a Gelan HDPê û Parlamenterên HDPê yên Amedê, ji bo destwerdan neyê kirin bi polîsan re peyivîn, lê polîsan destûr neda xelk bimeşin.
Dema girse bi bilindkirina sloganan belav bû jî, bi ava şît û bombeyên gaza rondikbar destêwerdan kirin.