Amerîka û Japon gefên giran li Korya Bakur dixwin
Korya Bakurê “bombeya Hidrojenî” taqî kir.
K24- Navenda Nûçeyan
Amerîka, Japon û Korya Başûr soz dan ku ew dê hewldanên xwe yên li dijî Korya Bakur bihêztir bikin, gefên tund jî lê dixwin.
Serokê Amerîk û hevşenên xwe yên Japonî û Korya Başûr bi rêye pêwendiyên telefonî, gefên giran li Korya Bakur xwarin, piştî ku welatê navborî ragihand ku wê bi awayekî serkeftî “Bombeya Hidrojenî” taqî kir.
Ev pêwendiya Telefonî piştî civîneke awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî hat. Encûmenê jî biryara tundkirina cezayên li ser Koreya Bakur pesend kir.
Cezayên aborî û leşkerî yên li ser Korya Bakur, ji sala 2006an ve berdewam in.
Lê heta niha, nehatiya naskirin, bêyî tundkirina cezayan wê bi çi awayî be.