Kongreyekî taybet bi “penaberên Sûrî” tê lidarxistin
NY dê hemû welatên endam vexwîne.
K24- Navenda Nûçeyan
Neteweyên Yekbûyî (NY) biniyaz e di Adarê de kongreyekî taybet bi pirsa paneberê Sûriyê, lidar bixe.
Komisyarê Komisyona Bilind a Penaber ya ser bi NY ve, Filippo Grandi diyar kir ku, ew dê ji welatên beşdar bixwazin ku, penaberên Sûrî werbigrin.
Filippo Grandi diyar kir ku, dê ew konger di 30 Adarê li de Cenêvê were lidar xistin, dê taybet be bi penaberên Sûrî “ji ber ku pirsgirêka herî mezin e.”
Navborî diyar kir ku, Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan hêvî dike ku, welatên beşdar “soza peydakirina cih ji penaberên Sûrî re bidin, ne soza dayîna pereyan.”
Li gor amarên NY, di sala 2015an de, zêdetir ji 1 milyon penaber derbasî Ewopayê bûne, praniya wan jî Sûrî ne.