Malbat ji bo wergirtina cenazeyan di grevê de ne

Bandora şerê li Bakurê Kurdistanê bi şêwazên cuda xwe nîşan dide. Li Bakur bi dehan cenazeyên cangoriyan an li nav kolanan an jî di mal û morgan de ne û destûr nayê dayîn ku bên defin veşartin.

K24 - Diyarbekir

Bandora şerê li Bakurê Kurdistanê bi şêwazên cuda yên tund xwe nîşan dide. Li Bakurê Kurdistanê bi dehan cenazeyên cangoriyan an li nav kolanan an jî di mal û morgan de ne û destûr nayê dayîn ku bên defin veşartin. Malbat jî li Diyarbekirê bi greva birçîbûnê vê helwêsta hikûmeta Tirkiyê protesto dikin.

Ev ciwanên di dîmenan de êdî najîn û cenazeyên wan ev 15-20 roj e li ciyên ku hatine kuştin nehatiye rakirin. Malbatên wan jî, piştî ku ji hewldanên wergirtina cenazeyên zarokên xwe tu encamek bidest nexistine, dest bi greva birçîbûne kirin û ev 7 roj e ku vê çalakiyê didomînin.

Mihemed Oranê bavê Îsa Oranê ku 18 roj berê hatiye kuştin û hê jî cenazê wî li erdê ye, pêşwazî li kesên ku hatine ji bo piştgiriyê dike û dibêje, dewlet dixwaze bo Kurdan nîşan bide ku her zilmê ji wan re rewa dibîne û nedayîna cenazeyan bi tu wicdan û destûran nikare bê rave kirin.

Welatî jî serdana malbatan dikin û piştgiriya xwe bo wan nîşan didin. Xizmên cangoriyan jî diyar kirin ku dewlet ji bo pêşîlêgirtina merasîmên cenazeyan nahêle ew cenazeyên xwe rabikin û veşêrin.  

Îhsan Sevîtekê birayê Mesûd Sevîtek jî diyar kir ku, ew çaverêyî tiştekî wiha nebûn, wan hêvî dikir roja piştî kuştina Mesûd ew dê cenazeyî wî werbigrin û bispêrin axê, lê tu encamek ji hewldanên wan derneketiye û daxwazin rêz li cenazeyan bê girtin.

2 roj berê hîkûmeta Tirkiyê destûenameyekî li ser usûla radestkirina cangoriyan derxist û di wê destûrnameyê de, xala ku dibêje cenaze divê bo malbat an jî rêvebiriyên heremî bên dayîn, rêvebiriyên fermî lê hat zêde kirin.