Li navçeya Madayê 23 kes ji nêza mirin

Rêkxistina Pizîjkên Sînornenas ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê û Hizbûllahê ev heft meh e Madaya dorpêç kirine û ji ber dorpêçê 23 kesan ji nêza canê xwe ji dest dane.

Rêxistina Pizîjkên Sînornenas ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê û Hizbûllahê ev heft meh e Madaya dorpêç kirine û ji ber dorpêçê 23 kesan ji nêza canê xwe ji dest dane.

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) jî, 40 hezar kes bilez pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.  Saziya Arîkariya Navdewletî û Rêkxistina Pizîjkên Sînornenas ragihandin ku ji 1ê kanûnê ve 23 kesan canê xwe ji destdane.

Li gorî daxuyaniyê; ji miriyan 6 kes di bin temenê yek salî û 5 jî di ser temenê 60 salî de ne. Herwiha li Madaya bi hezaran sivîl pêdiviyên wan ên sereke hatine qût kirin û navçe bûye girtîgeheke servekirî. 

Li gorî ragihandina Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê, van 13 kesan dema ji bo xwarinê peyda  bikin ji navçeyê reviyane û di dema pêlêkirina mayînê ji aliyê nîşanşkênên rejîmê ve hatine kuştin.

Li gor NYê, li Sûriyê hêzên rejîma Sûriyê û Hizbûllahê ev 7 meh e navçeya Madaya dorpêç kirine, nêvî jê zarok bi giştî 40 hezar kes bilez pêwîstiya wan bi arîkariyên mirovî heye. Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Ferhan Hak ji Al Jazeera re axivî û got: "Zêdeyê 40 hezar kes di rêya mirinê de ne."

Roja Pênçşemê li ser mirina ji nêza, rejima Sûriyê rê da NYê daku alîkariyê bişînin. Di rojên pêşiya me de wê kamyonên alîkariyê yên NYê bigihin navçeya Madaya yê. Cara dawî jî li ser daxwaza NYê alîkariya mirovî di Cotmeha borî de gihabû Madayê.