Helwêsta Tirkiyê li ser serxwebûna Kurdistanê çi dibe?

Siyasetmedar û çavdêrên siyasî li Diyarbekirê dibêjin ku ji bo Kurdistaneke serbixwe helwêsta Tirkiyê dê ne erênî be; lê di nava şert û mercên ku Rojhilata Navîn îro tê de ye Tirkîyê neçarî qebûlkirinê dike.

K24 - Diyarbekir

Eger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe rabighîne helwesta Tirkiyê li hemberî vê yekê dê çawa be? Siyasetmedar û çavdêrên siyasî li Diyarbekirê li ser vê pirsê dibêjin ku ji bo Kurdistaneke serbixwe helwêsta Tirkiyê dê ne erênî be; lê di nava şert û mercên ku Rojhilata Navîn îro tê de ye Tirkîyê neçarî qebûlkirinê dike.

Serokê Herêma Kurditanê Mesud Barzanî berî çend rojan bi 36 konsul û nûnerên welatên biyanî re derbarê serxwebûna Kurdistanê de hevdîtinek pêk anîbû. Barzanî gotibû ku “Divê welatiyên me biryara xwe ya pêşerojê bidin, encam çi be divê herkes rêzê lê bigre.”

Li ser van helwêst û gotinên Barzanî,  ji Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê Çavdêrê siyasî Profesor Ridvan Şeşen dibêje ku berî hemû dewletan divê Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re hevdîtinan pêk bîne û divê destpêkê Tirkiye biryara serxwebûna Kurdistanê qebûl bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di bernameyeke televizyonê de gotibû ku ew ne li dijî îlankirina Kurdistana serbixwe ne û ew mijara navxweyi ya Iraqê ye. Endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Ramazan Moray jî dibêje, Tirkiye bi devkî dilxweşiya xwe tîne ziman lê naxwaze Kurdistaneke serbixwe bê îlankirin.

Ji ber şert û mercên li Rojhilata Navîn ji salan 90an heta îro polîtîkaya Tirkiyê ya li hemberî Herêma Kurdistanê gelekî guheriye. Çavdêrên siyasî vê yekê bi pêwîstiyên aborî û stratejîk ve girêdidin û dibêjin ku rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê ya niha dibe sedema dudiliya Tirkiyê.