Bexda û Riyad bizavê bo kêmkirina aloziyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê di peywendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Siûdiyê tekez li ser girîngiya pêşkêşkirina destpêşxeriyeke herêmî kir, ku tevlî kêmkirina aloziyan û bidestxistina hêwirbûn û tenahiyê li Rojhilata Navîn be.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên duhî Pêncşem, 22ê Cotmeha 2026ê, di peywendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel bin Ferhan bi hûrgilî encam û destkeftiyên Konferansa Wezîrên Derve yên Welatên Endam di Rêxistina Hevkariya Îslamî de nîqaş kirin, ku di dema borî de li Bexdaya paytext hatbû birêvebirin.
Li gorî ragihandina Wezareta Derve ya Îraqê, her di wê peywendiya telefonî de rêyên bihêzkirina peywendiyên dualî yên navbera her du welatan û berfirehkirina hevahengiya di warên cuda cuda de hatine nîqaşkirin.
Di wê ragihandinê de hatiye ku her du aliyan bal kişandiye ser dawî pêşhatên ewlehiyê yên deverê û wan astengiyên ku rûbirûyî welatên Rojhilata Navîn dibin; di wê çarçoveyê de jî wan tekez li ser girîngiya pêşkêşkirina destpêşxeriyeke giştgir a herêmî kiriye ku bibe sedema kêmkirina helkişana leşkerî û bidestxistina hêwirbûneke rastîn.
Fuad Husên û Feysel bin Ferhan tekez kir ku pêdivî ye proseya peywendî, hevfêmkirin û şêwirmendiya berdewam di navbera Bexda û Riyadê de li ser tevaya pirsên hevpar berdewam be, pêxemetî parastina serwerî û ewlehiya welatên deverê.