Kanada daxwaza lêborînê ji penaberan dike

Roja Îna borî, di dema birêveçûna ahengeke pêşwazîkirinê, kesekî êrîşî 30 penaberên Sûrî kiribû.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Kanadayê daxwaza lêborînê ji penaberên Sûrî kir, piştî êrîşa ku li ser wan hatiye kirin.

Serokezîrê Kanadayê, Justin Trudeau  li ser rûpela xwe ya Twitterê, êrîşa ku li ser penaberên Sûrî li Vancouverê şermezar kir, herwiha tekez kir ku, ew êrîş berovajî kêfxweşiya pêşwazîkirina penaberên Sûrî ji aliyê wî welatî ve ye.

Roja Îna borî, dema sazkirina ahengeke pêşwazîkirinê ji penaberên Sûrî yên ku nû gehiştine Kanadayê re, kesekî bi “xaza bîberan” êrîşî 30 penaberî kir.

Li gor daxuyaniya polîsên Vancoiverê, 20 penaber piştî wê êrîşî hatin dermankirin.

Biryar e Kanada heta dauya meha Sibatê, 25 hezar penaberên Sûrî pêşwazî bike.

Heta niha 8 hezar penaber gehiştine Kanadayê, grûpa destpêkê ya penaberan jî, ji aliyî serokwezîrê wî welatî ve hatibû pêşwazîkirin.