Di 40 rojên dawî de herî kêm 81 kes hatine kuştin

Di pevçûnên li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê de çawîşekî pispor ê birîndar li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Ji hêla din ve cenazeyên 4 xwepêşandaran hê jî di kolanên navçeya Sûrê de ne.

K24 - Diyarbekir

Di pevçûnên li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê de çawîşekî pispor ê birîndar li nexweşxaneyê  canê xwe ji dest da. Ji hêla din ve cenazeyên 4 xwepêşandaran hê jî di kolanên navçeya Sûrê de ne.

Jinên edamên partî û saziyên sivîl jî ji bajarên cûda diçin Sêrtê û dê bixwazin ji Sêrtê bimeşin Şirnexê. Şandeyeke CHP-ê jî îro li Diyarbekirê ye. Li Sûrê qedexeya derketina kuçe û kolanan di roja 41emîn de didome.

Di teqîna doh de 3 endamên ewlehiya Tirkiyê canê xwe ji dest dan, 9 jî birîndar bûn. Heta niha li navçeya Sûrê 11 polîs û leşkeran canê xwe ji dest dane. Cenazeyê qîzeke 17 salî bi navê Rozerîn Çukur û 3 xwepêşandarên din hê jî ji navçeyê nehatine wergirtin.

Malbat ji bo ku cenazeyên xwe bistînin li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekirê di greva birçîbûnê de ne. Jinên endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî dê îro li saetên nîvro de ber bi bajarê Şirnexê ve bimeşin û helwesta dewletê ya li hemberî cenazeyan protesto bikin.

Li navçeyên Cizîr û Silopiya Şirnexê jî qedexe di roja 29an de didome. Di 40 rojên dawî de li Silopî, Cizîr, Şirnex û Sûrê herî kêm 81 kesên sivîl û xwepêşandaran canê xwe ji dest dane.

Fly Erbil Advertisment