Vatîkan: Divê Ewropa pêşwaziya penaberan bike
Pope Francis ligel şandeyên dîplomasî civiya
K24- Navenda Nûçeyan
Papayê Vatîkanê, Pope Francis daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku ji erkê pêşwazîkirina penaberan xwe nedin paş.
Pope Francis di gotarekê de li dema pêşwazîkirina şandeyên dîplomasî got ku, xelik ji ber hovatî û tawanên terorîstan direvin, divê Ewropa jî wek “minareya mirovahiyê” pêşwaziya wan bike.
Pope Francis diyar kir jî ku, nabe ku welatiyên Ewropayê bi wî çavî li penaberan binêre ku, ew metirsî yan dujmin in.
Li gor amarên fermî, di sala borî de, çûna penaberan bo welatên Ewropayê hejmareke pîvane tomar kir.