Almanya hişyarî da welatiyên xwe
Vê sibê li Meydana Sultanahmet a Stenbolê teqînek çêbû û di emcam de 10 kesan cane xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî teqîna Meydana Sultanahmet a Stenbolê ku tê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan, 15 jî birîndar bûn, Almanya hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê dimînin daku serdana navçeyên geştyarî nekin.
Derbarê mijarê de balyozê Almanya li Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji hemû welatiyên xwe yên li Tirkiyê dimînin kir ku serdana navçeyên geştyarî nekin.
Balyozê Almanya eşkere nekir ku kesek ji welatê wî di teqînan de canê xwe ji dest dabe. Ji aliyê xwe balyozxaneya Koreya Başur kuştina welatiyeke xwe di wan teqînan de ragihand.
Vê sibê li Meydana Sultanahmet a Stenbolê teqînek çêbû û di emcam de 10 kesan cane xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.