Rêjîma Sûriyê bajarokê Selma kontirol dike
Ji aliyê xwe ve jî ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) di nûçeyekê de, tekez kir ku hêzên Sûriyê bajarokê Selma û çend girên derdora wê kontirol kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Rejîma Sûriyê û çekdarên Hizbulah û bi arîkariya firokeyên Rûsiyayê bajarokê Selma ya bakurê rojhelatê Parêzgeha Lazigiyê kontirol kir.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan di daxuyaniyê de got: "Artêşa Sûriyê û çekdarên Hizbulah ya Lubnanî û bi arîkariya firokeyên Rûsyayê karîn bajarokê Selma yê ku berê di bin destê Opozîsyona Sûriyê de li Parêzgeha Laziqiyê kontirol bikin."
Rewangehê da zanîn ku pisporên Leşkerî yên Rûsyayê serperiştiya wê êrîşê kirin.
Ji aliyê xwe ve jî ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) di nûçeyekê de, tekez kir ku hêzên Sûriyê bajarokê Selma û çend girên derdora wê kontirol kirin.