DAIŞê ji endamên xwe xwast rîyên xwe kur bikin

Rojnameyê da zanîn ku DAIŞê daxwaz ji endamên xwe kir jî, ku serdanên xwe bo mizgeftan kêm bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

DAIŞê hişyarî da hemû çekdarên xwe, yên li Ewropayê dimînin, ku rîyên xwe kur bikin û cilûbergên rengereng li ber xwe bikin.

Derbarê mijarê de rojnameya "Telegraph" a Brîtanî, ragehand ku DAIŞê daxwaz ji çekdarên xwe yên li Ewropayê dijîn û amade ne ku kiryarên terorî encam bidin, rîyên xwe kur bikin û cilûbergên regîn li ber xwe bikin, daku ji aliyê Asayîşa wan welatan ve neyên nas kirin.

Rojnameyê da zanîn ku DAIŞê daxwaz ji endamên xwe kir jî, ku serdanên xwe bo mizgeftan kêm bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Brîtanyayê Daved Kamiron amaje bi wê yekê kir ku di sala borî de Asayîşê gelek kiryarên DAIŞ têk birine, ev yeke jî tê wê wateyê ku hewlên DAIŞê di encama kiryarên terorî li Ewropayê berdewam in.