Obama: DAIŞ nûneratiya Islamê nake
Serokê Amerîka diyar dike ku, şerê li dijî DAIŞê ne cenga cîhanî ya sêyem e.
K24- Navena Nûçeyan
Serokê Amerîka, Barack Obama diyar kir ku, kesên şerê li dijî DAIŞê bi cenge cîhanî ya sêyem bi navê dikin, ew “tiştan mezin dikin” û got jî: “DAIŞ nûneratiya Islamê nake.”
Obama di gotara xwe ya dawî derbarê rewşa Amerîkayê de, li Kongresê got ku, welatê wî ji aliyê aborî ve û li ser qada navdewletî, ne şikestî ye.
Herwiha Obama amaje bi daxuyaniya berbijrê Komarîxwaz, Donald Trump yên li dijî Mislimanan kir û got: “Wî xiyanet li nasnameya Amerîkayê kir.”
Serokê Amerîka diyar kir jî ku, dema ku siyasetmedarên Amerîkî, Mislimanan şermezar dikin, ev yek ewlehiya wî welêt bihêz nake û wiha pêde çû: “Ev yek pêgeha me li ber çavê cîhanê kêm dike. Pêkanîna armancên xwe me jî zehmet dike.”
Obama bergiriya di ber Islamê de berdewwam kir û got: “Em naxwazin çarçoveyek mezintir bidin wan heta ku em rijdbûna xwe tekez bikin, gotina ku dibêje DAIŞ nûneratiya yek ji olên herî mezin jî li dinyayê dike, derew e.”